Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pfizer û BioNTech Vaksîna Vîrusa Korona li Ser Zarokan jî Diceribînin


Kompanîya Amerîkî Pfizer û şîrikê wê ya Alman BioNTech vaksîna vîrusa korona li ser zarokên ji salî biçûktir jî diceribînin.

Pfizerê ragihand ku ew plan dikin ku di sala 2022’yan de vaksîna vîrusa korona bo zarokên ji 12 salî biçûktir jî bikar bînin.

Berdevikê Pfizerê Sharon Castillo dîyar kir ku wan roja Çarşemê dest bi ceribandinan kiriye

Karbidestên Amerîkî di meha Berfanbarê de biryar dabûn ku vaksîna Pfizer û BionTechê bo kesên ji 16 salî mezintir werin karanîn.

Moderna jî hefteya borî ragihandibû ku wan dest bi ceribandinên li ser zarokan kiriye.

Li gor daxuyanîya Pfizerê, dê 144 zarok beşdarî du testan bibin û bo wan dê vaksînên dozên wan 10, 20, û 30 mîkrogram in werin karanîn.

Çaverê ye ku di qonaxên pêş de 4500 beşdarî testan bibin.

Pfizer, bêyî BioNTechê berê li ser zarokên di navbera 12 û 15 salî de vaksîn ceribandibû.

Castillo got ku ewê encamên wan testan di hefteya pêş de dîyar bibin.

XS
SM
MD
LG