Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Filippînê du Teqîn 20 Kesan Dikujin û 81 Birîndar Dibin


Teqîna du bombeyan li kenîseyeka başûrê welatê Filippîn îro Yekşemê 20 kes kuştin û 81 birîndar kirin.

Hikûmetê di daxuyaniyekê de soz da ku wê bide dû êrîşkeran” heta her yek ji wan bê girtin û bigihe ber destê dadweriyê.”

Bumbeya yekem di dema nimêjekê de li hindirê kenîseyê teqya li bajarê Jolo yê parêzgeha Sulu.

Teqîna duyem piştî çend kêlîlkan rû da, di demekê de ku hêzên hikûmetê ji bo teqîna yekem kombûbûn.

Ta niha hîn tu alî berpirsiyariya xwe li dor teqînan ranegihandiye.

Bajarê Jolo li herêmekê ye ku piraniya xelkê wê Misilman in li welatekî ku piraniya xwe Mesîhiyên katolîk in.

Sulu cihê gurûpa Îslamî ya çekdar Ebû Seyyaf e, ku bi jimarek teqîn tê tawanbarkirin.

XS
SM
MD
LG