Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Filipîn Mirina a Yekem Nexweşê Vayrusa Korona Radighîne


Welatê Filipînê îro Yekşemê mirina yekem nexweşê vayrusa Korona ragihand.

Wezareta tendurstî ya Filipîn got mêrekî Çînî yê 44 salî ji bajarê Wuhan ê Çînî di roja 25ê meha borî de nexweş ketibû û ew hinekî pêş ketibû, lê di 24 demjimêrên dawî de rewşa wî ya tenduristî têk çû û jiyana xwe jidest da.

Hevala wî ya 38, ku ew jî ji Wuhan e, ew jî nexweş e û li nexweşxaneyeka Manila paytext dimîne.

Serokê Filipîn Rodrigo Duterte qedexeya rêwîtiya Çînê erê kir, lê biryara qedexekirinê welatiyên Filipînê venahewîne.

Tê zanîn ku Amerîka, Japonê, Singaporê û Australya heman pîvan sepandine.

Çînê biryara van welatan rexne kir û Rêxistina Saxlemiya Cîhanî got pîvanên van welatan ziyanê digihînin rêwiyan û bazirganiyê bê ku pêwîstî jê re hebe.

XS
SM
MD
LG