Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka bû 20 Salî


Di 25’ê meha Nîsanê de sala 1992, pişka Kurdî ya Dengê Amerîka dest bi weşana xwe ya fermî kir. Di dema bîst salan de, Dengê Amerîka karîbû derbasî her maleke Kurd bibe çi li Kurdistana Îraqê, çi jî li Îran, Tirkîye û Sûrîyê û welatên din. Dengê Amerîka yekem ajansa nûçeyan ya navneteweyî bû ku bi zimanê Kurdî dest bi weşanê kir. Bi nûçeyên xwe yên bawerpêkirî, Dengê Amerîka yekem dezgeha ragihandinê bû li nav Kurdan ku ne girêdayî ti partîyeke sîyasî bû.

Em spasîyên xwe pêşkêşî guhdarên Dengê Amerîka dikin li her deverê li cîhanê. Hebûn û berdewanîya radyoya me bi we dibe rastî. Her wisa, em spasîya hemû kesan dikin ku alîkar bû di damezrandina Pişka Kurdî de.

Şîroveyan bibîne (1)

Ev forume hate girtin.
XS
SM
MD
LG