Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piroglu: Desthilat bi Girtina HDP'ê Nikare Pêşîya Tevgera Azadîya Kurd Bigire


HDP MPs in front of the Constitutional Court
HDP MPs in front of the Constitutional Court

Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) îdîanameya bi daxwaza girtina Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) ya ji alîyê Serdozgerîya Komarê ya Dadgeha Bilind ve hatibû amade kirin, qebûl kiribû û pêvajoya girtina HDP’ê bi fermî destpê kiriye.

Herwiha di îdîanameyê de di derheqa 451 endam û rêvebirên HDP’ê daxwaza qedexeya sîyasetê jibo 5 salan tê xwestin.

Di îdîanameyê de jibo parlementerê HDP’ê yê Îstenbul’ê Musa Pîroglu jî qedexeya sîyasetê jibo 5 salan tê xwestin.

Musa Piroglu
Musa Piroglu

Pîroglu jibo doza girtina HDP’ê bawer dike ku desthilat jibo ku tifaqa dijî xwe parçe û bêbandor bike dixwaze ku HDP’ê were girtin.

“Desthilat li alîyekî dixwaze ku tifaqa dijî xwe parçe bike, li alîyekî din jî bi êrîşên ser HDP’ê dixwaze ku HDP’ê bêbandor bihêle da ku di hilbijartinan de tekez serbikeve. Jibo ku desthilat sernekeve jî divê piştgirî jibo HDP’ê were dayîn û divê tirsa dijî gel jî li kolanan bi hev re were şikandin.”

Parlementer Pîroglu bi berdewamî jî ser qedexeya sîyasetê ya jibo 451 endam û rêvebirên HDP’ê jî wiha anî ziman.

“Desthilat dixwaze ku kadroyên HDP’ê yên xwedî tecrûbe an bixwe zindanan, an jî di derveyî sîyasetê bihêle. Bi vê yekê jî dixwaze ku pêşîya HDP’ê bigire û da ku pêşîya xwe veke. Berîya niha jî me pêvajoyên bi vî rengî derbaz kirin ku emê divê pêvajoyê de serkeftî derbikevin. Bi qedexe û êrîşên ser HDP’ê nikarin ku pêşîya tevgera azadîya Kurd bigirin.”

Pîroglu di qedandina axaftina xwe de jî anî ziman ku doza girtina HDP’ê di heman demê de jibo çav tirsandina hêzên demokrasîya Tirkîyê jî dibîne.

Raporta Stenbolê 07 07 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:01 0:00

XS
SM
MD
LG