Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jimareke Pîrozbahîyên Sersalê jiber Şewba Vîrusa Korona Çênebûn


Piranîya dewletên cîhanê jiber şewba vîrusa korona bi tedbîrên berfireh ketin sala nû.

Di serî de New York, San Fransisco û Las Vegas yên Amerîka li gelek bajarên naskirî yên cîhanê temaşeya fîşengên hewayî (derbik) hatin betal kirin.

Bi taybetî li Ewrupa jiber cureya nû ya vîrusa korona, ku cara pêşî di 13’ê Berfanbarê de li Brîtanya hatibû dîtin, pîrozbahî ne şên bûn.

Li Fransa bi qasî 100 hezar polîs û leşker bo nehêlin ku kes derkeve derve û rê li ber pîrozbahîyan bigirin kar kirin.

Li Îspanya pîrozbahîya sersalê ya li Qada Puerta del Sol ya li Madrîde, ku pirtir ji 100 salan vir ve wek kevneşopîye dewam dike, cara pêşî jiber şewba vîrusa korona çênebû.

Barên Brîtanya jiber vîrusa korona di sersalê de girtî bûn û li London ya paytext polîsan kesên ku derketin derve hişyar kirin ku vegerin malên xwe.

Vîrusa korona di dawîya sala 2019’an re li Wuhan ya Hubei ya Çînê cara pêşî hatibû dîtin û dûre derbazî dewletên din jî bûbû.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li cîhanê 83,483,743 kes bi vîrusa korona ketine û 1,819,061 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG