Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

4 Şervanên PKK di Êrîşeke Tirkî de Hatin Kuştin


PKK guerrilla
PKK guerrilla

Karbidestên Herêma Kurdistanê ragihandin ku 4 "şervanên" Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) li bakurê Îraqê di êrîşeke firokên bêfirokevan hatine kuştin, û artêşa Tirkiyê tawanbar dikin bi vê êrîşê.

Êrîş di roja Îniyê de li nêzîkî bajarê Silêmaniyê çêbû, ku di heman demê de jî karbidestên Kurd li Sûriyê gotin ku firokek bêfirokevan ji aliyê Tirkiyê ve çar endamên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) kuştin.

Li gor daxuyaniya Destgeha Dije-Terorê ya Herêma Kurdistana Iraqê, dema ku firokeyeke bêfirokevan ya artêşa Tirkiyê otombêlek PKK li nêzîkî gundê Rengîne, li bakurê Silêmaniyê kir armanc, 4 şervanên PKK tê de hatin kuştin û yek jî birîndar bû.

Ji ber rûdawên destwerdana leşkerî ya artêşa Tirkiyê li xaka Îraqê û herêma Kurdistanê, him desthilatdarên federal yên Îraqê û him jî hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê tên tewanbarkirin bi çavgirtina wan li ser van çalakiyên leşkerî yên Tirkiyê ji bo parastina peywendiyên xwe yên aborî xurt bi Tirkiyê re.

Roja Sêşemê nivîsgeha serokwezîrê Îraqê Mihemed Şîa el-Sudanî "serdanek çavlirê" ya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan destnîşan kiribû, lê dema wê diyar nekir.
Piraniya gumana giftûgoyên herdû aliyan wê li ser kêşeya avê be di nav herdû welatan de û geşepêdana aborî di nav wan de.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG