Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Emê Heta Dawiyê li Dij PKK Şer Bikin


Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan roja Pênşemê 31ê meha Kanuna pêşîn di ragihandinek taybet ya jibo Sersala nû de, got" hêzên ewlekariya Tirkiyê dê heta dawiyê li dij PKKê û endamên wê bicenge, ew na rawestin heta yek kesî PKK di axa Tirkiyê de nemîne".

Herweha Erdogan dibêje,Tirkiyê ew îmkan hene ku PKK ê jinav bibe, Serokomarê Tirkê îdîa dike ku, hêzên wan di sala 2015an de 3100 endamên PKK li derve û di nava welat de kuştine, lê ev hijmara kuştiyan hêjî ti şavkaniyeke serbixwe pişrast ne kiriye.

Wek tê zanîn Tirkiyê di meha 7an ya sala 2015an de ragihand bû ku, ewê şerê Daiş û PKK ê bikin, lê heta niha Tirkiyê bi tenê êrîşên xwe yên leşkerî li dij endamên PKK ê xurt kirin e, herêmên xwecihên wan kurdan rastî şerek dijwar tên.

XS
SM
MD
LG