Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiye: Şervanên Kurd Êrîşan li Dij Leşker û Zêrevanên Gûndan Encam Didin


Gerîlayên PKK
Gerîlayên PKK

Berpirsên fermî yên dewleta Tirk roja Duşemê ragihandin ku, şervanên Kurd yên girêdayî Partyîa Karkên Kurdistan PKK'ê, di êrîşên cûd de, leşkerek û sê karker li bingeheka leşkerî li başûrê rojhilatê welat kuştin.

Leşkerê Tirk, liser rîyeke herêma Çelê ya girêdayî eyaleta Hekarî hatiye kuştin piştî şervanên PKK bombeyek liser rê çand bû.

Herweha berpirsên Tirk didin zanîn ku, li herêma Çaldêran ya girêdayî Wan'ê 3 zêrevanên gûndan yên weke "Qûrocî" tên naskirin di peqînekê de hatine kuştin, yek ji kuştiyan ji sedema giran ya birînê li nexoşxanê mirîye.

Di êrîşek cûda ya çekdarî de, şervanên PKK'ê li Bêşebabê (Uludere) li herêma Şirnexê, êrîş bir ser karkerên liser rê, li nêzîk bingehek leşkerî kar dikirin, di encama êrîşê de 2 karker hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn, weke berpirsên fermî yên Tirk dibêjin.

Li dawiya heftîyê şervanên PKK du berpirsên AKP'ê, yên partîya desthilatdar kuşt bûn, wezareta navxwe ya Tirkîyê, îro Duşemê, di daxûyaniyekê de got, di vê heftiyê de wan 55 endamên PKK kuştine.

XS
SM
MD
LG