Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşa Çekdarî li Dij Qereqola Leşkerê Tirk li Nêzîk Zaxo


Otombîleka artêş Tirkiyê li herêma Çelê ya Sinorî
Otombîleka artêş Tirkiyê li herêma Çelê ya Sinorî

Ajansa Frans Press AFP ji zarê berpirsekî Partiya Karkerên Kurdistan PKK'ê radigehîne ku hejmarek çekdarên nenas êrîşî serbazgehekê artêşa Trikiyê kirîye li nêzîk bajarê Zaxo.

AFP dibêje Heval Demhat, berpirsî ragihandina PKK'ê gotiye, pêzanîn di dest wan de hene ku, roja Sêşemê di seat 8:30 sibê de li gûr dema navxweyî hêzeke neniyas êrîş birîye ser "Girê Biyê" yê ku weke bingeheke leşkerê Tirk li nêzîk Zaxo di nav axa Îraqê de tê naskirin.

Weke Demhat ji AFP re radigehîne tankek hatîye rûxandin û hejmarek leşkeran hatine kuştin, şahidên bûyerê yên li herêmê bo Frans Prês dane diyar kirin ku, şer 2 seatan hat berdewam kirin û teqeke mezin hatiye kirin.

Media nêzîkî PKK'ê derbarê heman bûyerê dibêje "di encama çalakiyê de gelek leşker mirine û birîndar bûne, herwiha tankek li nava qereqolê hat teqandin".

Malpera Firat News ku, weke ajanseke nêzîk PKKê tê naskirin dîsan dide zanîn ku nêzîkî 200 leşkerên Tirk di qerqola Girê Biyê de hebûn, piştî çalakîyê firokên cengê yên Tirkiyê dewrûberên herêma bûyer lê qewimî bombebaran kirine.

XS
SM
MD
LG