Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yekemîn Komela Çekdarên PKK'ê Gihîştine Kurdistana Îraqê


Çekdarên Partîya Karkerên Kurdistanê li Herêma Kurdistana Îraqê.

Yekemîn komela çekdarên Partîya Karkerên Kurdistanê, ku li Tirkîyê hatine vekêşan, gihiştine Herêma Kurdistanê li bakura Îraqê.

Nêzîkî 15 serhildayên PKK'ê roja Sêşemê derbasî devera Hirorê ya Herêma Kurdistanê bûn, wek beşek li plana aştî ya navbera hikûmeta Tirkîyê û rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan.

Nêzîkî 2,000 serhildayên PKK'ê li Tirkîyê bûn û li Newroza 2013'ê biryara vekêşana wan bo derveyî sînorê Tirkîyê hate dan.

Proseya vekêşana çekdaran heftîya bihurî destpê kir û dibe ku heta çar mehan berdewam bike.

Cara dawî li sala 1999'ê bû dema PKK'ê hêzên xwe li Tirkîyê vekêşa, lê belê rastî zirareke mezin hat ji layê artêşa Tirkîyê ve.

XS
SM
MD
LG