Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serhildayên Kurd Hişyarîya Dawî Didin Tirkîyê


Kurdên ku li Enqerê dijîn bang li hikûmetê dikin ku ser mafên Kurdan gavan bavêje
Serhildayên Kurd îro Înîyê hişyarîya dawî dan Tirkîyê ku jibo pêşvebirina pêvajoya aştîyê gavan bavêje.

Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) ku jibo otonomîya Kurdî şer dike, meha Adarê agirbest ragihandibû. PKK dest bi vekişîna şervanên kiribû, wek pişkek ji bizavên çareserkirina pirsa Kurd.

Bendewarîyên mezin hene ku Tirkîyê gavên girîng bavêjê ku rewşa Kurdên li wî welatî baştir bike.

Serhildayên Kurd bang li Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan kir ku reformên sozdayî bicîh bîne ku beşeke ji danûstandinên aştîyê tên dîtin.

Lê, hikûmeta birêz Erdogan israr dike ku jibo avêtina gavîn mezin, divê hemî çekdarên PKKê ji nav axa Tirkîyê derkevin.

Ajansa Nûçeyan ya Firat daxuyanîya serhildayan belav kir ku dibêje “Tevgera me… hişyarîya dawî dide hikûmetê.” Lê, ajans dîyar nake ku PKK çi bike, eger daxwazên wê nayên pejirandin.
XS
SM
MD
LG