Lînkên eksesibilîtî

Salvegera Damezrandina PKK bi Şahîyeke Girseyî Hat Pîroz Kirin


Dîmenek ji Newroza li Dîyarbekirê, Adar 21, 2013
Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) jibo 35'emîn salvegera damezrandina Partîya Karkerên Kurdîstanê (PKK) li gundê Fîs'ê ya li ser Licê, bi beşdarîya hezaran şahîya damezrandinê lidar xist.

Cara yekê ye ku bêyî mudaxaleya hêzên ewlehîyê, salvegera damezrandina PKK bi şahîyeke girseyî tê pîroz kirin.

Parlamenterê BDP'ê yê Colemêrgê Adil Zozanî dîyar kir gele Kurd salên dirêj bedeleke pir mezin dan û ev dîmen encama tekoşîna gele Kurd e.

Birêz Zozanî got, ger dewlet mudaxale neke Kurd alozî dernaxin. Wî herwiha got, dibe ku di vê pêvajoyê de partîyên Kurd yên qedexe, wekî PKK'ê, dikaribin li Tirkîyê sîyasetê bikin.

Sîyasetvanê Kurd Sebahattîn Korkmaz jî got, ger mudaxaleya hêzên ewlehîyê çênebûbe ev gaveke pozîtîf e lê ne normal e ku PKK van rojan li pêşîya rojên girîng û netewî yên gele Kurd dixe.

Birêz Korkmaz dîyar kir pêvajoya çareserîyê li ser konsepta ku PKK dev ji tundûtûjîyê berde hat destpê kirin. Wî bi dewamî got “bi vê yeke PKK dikare weke partîyeke sîyasî li Tirkîyê sîyasetê bike.”

XS
SM
MD
LG