Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cemîl Bayik: Peqîna Enqerê Dibe Reaksiyona Qetlîamên li Kurdistanê Be


Forensic experts arrive near the site of last night's explosion in Ankara, Turkey, Feb. 18, 2016.

Çavkaniyên ewlekariya dewleta Tirk dan zanîn ku, piştî êrîşa doh êvarî roja Çarşemê li Enqere pêkhatî, firokên cengê yên Tirkiyê serbazgehên partiya karkerên Kurdistan PKK ê bombebaran kirin.

Peqîna Otombîla bombekirî li paytext Enqerê, ya ku bûye sedemê kûştina 28 kesan û birîndar bûna hijmarek zêde, berpirsên Tirk yên ewlekariyê yekser gomana xwe xistin ser çalakvanên kurd yên girêdayî Partiya Karkerên Kurdistan PKKê.

Serok Erkaniya Artêşa Tirk, di daxuyaniya xwe de, êrîşa Enqerê weke êrîşeke terorî binav kir, wan jî gomana xwe xist ser çalakvanên PKK ê.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK ê Cemîl Bayik û yek ji damezrênerên PKK, piştî êrîşa Enqerê pêkhatî, ragihand û got nayê zanîn kanê kê ew êrîş encam daye, lê dibe êrîş weke reaksiyonek be li hember wan qetlîaman yên dewleta Tirk li Kurdistanê encam dide, herweha Bayik jibo ajansa Firatnews ya ku nêzîkî PKK ê ye da xuyakirin ku, êdî şervanên wan kûştinên li hemberî gelê kurd bê bersiv nahêle.

Serokwezîrê Tirk Ahmet Davutoglu got bû, peqîna Enqereyê ji aliyê YPG'ê ve hatiye kirin, lê îro Fermandariya Giştî ya YPG'ê, bersiv da daxuyaniya Davutoglu û dan zanîn ku, ne dûr ne nêzîk têkiliya YPGê bi peqîna Enqerê re nîne.

XS
SM
MD
LG