Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Du Polîsên Alman li Rojavayê Wî Welatî Hatin Kuştin


Polîsê Almanya

Polîsê Almanya roja Duşemê ragihand ku du efserên polîs dema di erka xwe ya nobedariyê de bûn li rojavayê Almanya serê sibeya îro bi guleyan hatine kuştin.

Polîsê Kaiserslautern, di daxuyaniyekê de ragihand ku gulebarandina ser polîsan demjimêr derdora 4:20 serê sibê de li xaleke ewlekariyê li nêzîk Kusel pêkhatîye.

Efserên polîs, ku yek ji wan jineke 24 salî û zilamekê 29 salî ye, bi rêya bêtelan têkilî daniye û daxwaza alîkariyê kirîye. Lê dema hêzên piştevanî gehiştin êdî dereng bû, her du polîsan jiyana xwe jidest dabû.

daxuyaniya polîs da zanîn ku tawankar reviyane, ew nizanin kanê tawankaran çi cûre trimbêla kar anîye yan jî bi kode reviyane.

Polîsan daxwaza ji şofêran herêma Kusel kirîye ku ti musafiran hilnegirn û ew hişyar kirin ku herî kêm yek ji tawankaran çekdare.

Kuştina Du Efserên Polîs li Rojavayê Almanya
please wait

No media source currently available

0:00 0:00:45 0:00

XS
SM
MD
LG