Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye bi Îdiaya Rola Wan ya di Hewila Darbê de, Dest bi Darizandina 29 Polîsan Dike


Tirkîyê îro Sêşêmê dest bi darizandina 29 polîsan kir ku tê îdîa kirin tilîya wan di hewila darbeyê de heye.

Dozgeran li rûniştina ku li Stenbolê ye dîyar kir ku polîsan erka xwe bi cîh neanîye û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan neparastiye.

21 polîs jiber hewla hilweşandina hikûmetê tên darizandin û jibo wan cezayê zindanîkirina bi dirêjîya jînê tê xwestin. 8 polîsên din jî jiber endambûna rêxistina terorîstî, heta bi daxwaza cezayê 15 salan zindanê, tên darizandin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku di Tîrmeha 2015’an de, jiber alozîyên hewila darbeyê 270 kes hatibûn kuştin û hikûmeta Tirk giwaştin û tepeserkirin li ser raya giştî zêde kiribû.

Ji Tîrmehê vir ve, bi îdiaya ku têkîlîya wan bi Gulen re heye, hikûmeta Tirk 40 hezar kes girtin û mamoste û dozger jî di nav de, 100 hezar kes ji kar derxistin.

Tirkîye jibo hewila darbeyê, Fetullah Gulen'ê ku li Amerîka dijî sûcdar dike, lê Gulen vê îdîayê red dike.

Welatên rojavayî û sazîyên mafên mirovan yên navnetewî rexne li Tirkîyê dikin ku hikûmet hewila darbeya leşkerî wek hecet dixebitîne û gelek kes û rêxistinên hevrik bêdeng dike.

XS
SM
MD
LG