Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsekî Payabilind yê Yemenî Hate Kuştin


Polîsekî Payabilind yê Yemenî Hate Kuştin

Karbidestekî ewlehî yê Yemenî dibêje, qûmandarekî bilind yê polîsan di bombekirina otomobîlekê de li başûrê Yemenê hate kuştin.

Heman karbidest dibêje, di peqîna roja Înîyê ya li bajarê Adan’ê de 2 kesên din jî birîndar bûn.

Bi alîyekî din ve, 3 mîlîtanên berguman di encama êrîşên esmanî de, li gundê Şaqra ya başûrê Yemenê hatine kuştin, 6 kesên din jî birîndar bûn.

Gund beşek ji wê herêmê ye ku hêzên ewlekarîyê şerê berdewam li dijî mîlîtanên bi El Qaydeyê re peywendîdar rêve dibin.

Hikûmeta Serok Salih mêjve hewil dide ku mîlîtanan ji cîhên xwe yên li başûrê welêt derîne.

XS
SM
MD
LG