Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsên Meksîkê Êrîşa Otomobîla Balyozxana Amerîkî Kirin


Artêşa Meksîkê ragihand ku polîsên federal teqe li otomobîleke Balyozxaneya Amerîkî kir ku çend karmendên hikûmeta Amerîkî têde bûn li başûrê paytexta welêt, Mexico City.

Du Amerîkî di wê êrîşê de birîndar bûn.

Karbidestên Meksîkî dibêjin polîsan didan dû tawanbarên berguman û bi şaştî êrîşî otomobîla Amerîkiyan kirin. Otomobîla balyozxaneyê, ku nemreya diplomasî li ser bû, hewil da xwe ji êrîşê rizgar bike.

Çar otomobîlên polîsê Meksîkê teqe li otomobîla Amerîkî dikir.

Balyozxaneya Amerîkî ragihand ku rewşa birîndaran aram e lê belê navê qurbaniyan eşkere nekir.
XS
SM
MD
LG