Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsên Norwecî li Bergumanê Duyê Digerin


Polîsên Norwecî li Bergumanê Duyê Digerin
Polîsên Norwecî li Bergumanê Duyê Digerin

Polîsên Norwecî lêpirsînê dikin ku îhtîmal e di êrîşa Înîyê ya li dijî kampeke xortan de, çekdarekî din jî cîh girtibe.

Polîs vê gavê lêpirsîna çekdarê berguman dike ku bi xwe Norwecî ye. Lê, ajansa NTB ya nuçeyan ji zarê dîdevanên li girava Utoeya radigihîne ku di êrîşê de 2 kes cîh girtibûn.

Tê ragihandin, zilamê binçavkirî, berî êrîşê kinca polîsan lixwe kirîbû, lê ê din bi kincên rojane bû.

Di cot êrîşên roja Înîyê de herî kêm 91 kes hatibûn kuştin. Ji wan 7 kes di peqîna li dijî avahîya navenda giştî ya hikûmetê, li paytaxt Oslo û bi kêmî ve 84 kesên din jî di êrîşa çekdarî ya dijî kampa havînê ya gencan ya Partîya Karkeran de hatibûn kuştin.

Serokwezîrê Norwecê Jens Stoltenberg got, ew êrîş ji Şerê Cîhanê yê Didoyan vir ve, êrîşên herî xirab in. Birêz Stoltenberg her wiha got, ew bombekirin û êrîş kiryarên hovane ne û girava wekî bihûşt bi malweranîya êrîşê bû dojêh.

Polîsên Norwecê berdewam li termên qûrbanîyan digerin.

Karbidestên polîsan radigîhînin ku navê bergumanê êrîşê Anders Behring Breivik ê 32 salî ye û tê guman kirin ku rola wî di peqîna paytaxt Osloyê de jî hebe.

Bi alîyekî din ve, rêberên cîhanê jî peyamên sersaxîyê şandin Norwecê.

Serokê Amerîka President Barack Obama êrîşên Înîyê şermezar kir û sersaxî ji malbatên qûrbanîyan re xwest.

Wezîra Derve State Hillary Clinton jî got, Amerîka amade ye ku Nowecê bike, di hewilên wê yên cîhanîna adaletê de.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-moon ji bi rêya berdevkê xwe got, ew jiber felaketê pir xemdar e û Neteweyên Yekbûyî bi gelê Nowecê ye û xema wan parve dike.

XS
SM
MD
LG