Serokwezîrê Polonya îro Şemîyê ragihand ku ewê jibo sînorê xwe yê li rojhilat dijî gefên Rûsya û Belarûsê biparêze li bernameyekê 10 mîlyar zlotî (2,55 mîlyar dolar) xerc bike.
Sînorê Polonya û Belarûsê, piştî Mînsk ya hevbenda nêz ya Rûsya, li Rojhilata Navîn jibo rêwîtîya ber bi Ewrupa ve navendên ne fermî vekirin, bû yek ji rêkên koçberan.
Yekîtîya Ewrupa (YE) dîyar dike ser vê tevgerê dibêje ku armanca wê çêkirina krîzekê ye.
Piştî Rûsya Sibata 2022’yan dest bi dagirkirina Ukrayna kir, Polonya lêçûnên jibo berevanîyê zêdetir kir û jiber ku Warsaw, Mînsk û Moskowê bi hewildanên ser bêîstiqrarkirina Polonya tawanbar dike, peywendîyan ji berê xirabtir bûne.
Serokwezîr Donald Tusk di preskonferansekê de da zanîn ku ewê jibo ewlekarîyê û bi taybetî jî jibo ewlebûna sînorê li rojhilat 10 mîlyar zlotî xerc bikin.
Tusk got ku bi projeya wan ya mezin dijminên potansîyel wê nikaribin derbazî nav welatê wan bibin.
Wî ser xurtkirina berevanîya li sînor zêdetir agahî neda.
Hikûmeta berê dijî koçberîya ne qanûnê li sînorê Polonya û Belaûrsê bi dirêjîya 180 kîlometreyan û bilindahîya 5,5 metre çît çêkiribû û kamera û sensor jî danîbûn sînor.
Tusk serê Gulanê gotibû ku ewê sînorê rojhilat xurt bikin, lê ser plantê ti agahîya berfireh nedabû.
Rêberên Polonya wê roja Duşemê jî jibo xurtkirina berevanîya esmên bi karbidestên Ewrupî re bicivin.
Jêder: Reuters