Polonya îro Înê Belarûs tawanbar kir ku bi sedan koçberan bi qamyonan vedigerîne ser sînor û zorê dide wan ku bi qaçaxî ji sînor derbaz bikin.
Karbidestên Belarûs roja Pêncşemê kampên serekî yên li sînorê Polonya yên bi hezaran kesan vala kiribûn.
Bi sedan Îraqî jî ji Minskê bi rêka firokê ji Îraqê re hatibûn vegarandin.
Lê, berdevika Ewlekarîya Sînor ya Polonya Anna Michalska raihand ku êvara Pêncşemê karbidestên Belarûsî bi sedan koçber bi qamyonan vegarandine û wan neçar dikin ku di tarîyê de ji sînor derbaz bikin.
"Belarûsî pirtir koçberan tînin cîhê ku hewildaneke bi zorê ya derbazbûnê lê hebû. Destpêkê de 100 kes bûn, lê piştre Belarûsê zêdetir kes bi qamyonan anîn. Paşê bûn 500 kes," Michalska got.
Tawanbarîya Polonyayê eşkere kir ku tevî guhertinek berbiçav ya helwesta Minskê ya di vê hefteyê de, hîn jî krîza sînor çareser nebûye.
Serokê Belarûs Aleksander Lukashenko îro bi telefonê bi hevalbendê xwe Serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn re ser krîzê axifî.
Kremlînê ragihand ku wan bal kişandiye ser girîngiya hevkarîya di navbera Belarûs û Yekîtîya Ewrupa (YE) de, ku demeke dirêj e Moskow dibêje divê YE krîzê rasterast bi Mînskê re çareser bike.
Hikûmetên Ewrupî Belarûsê tawanbar dikin ku bi hezaran kesan ji Rojhilata Navîn difirînin ser tixub û zorê li wan dike ku bi rêyên neqanûnî sînor derbaz bikin.
Tê texmînkirin ku heya niha nêzî 10 koçber di nav daristanên cemidî de mirine.
Washingtonê, Minsk tawanbar dike ku koçberan di hewildanên xwe yên têkbirinê de wek alav bi kar tîne, lê Belarûs red dike ku krîzê bi qestî çêdike.
Karbidestên Polandî got ku kampên ku hatine vala kirin îro vala xuya bûn.
"Ew der aram e. Ev tê wê wateyê ku kiryarên polîsên Polonyayê yên ser sînor bi bandor in," polîsên Polonyayî li ser Twitterê ragihand.