Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberên Îraqî ji Pompeo re Soza Ewlehîya Amerîkîyan Didin


Wezareta Derve ya Amerîka ragihand ku rêberên Îraqî, piştî êrîşa ser balyozxaneya Amerîkî li Bexda, ewlehîya karmend û milkên Amerîkî li Îraqê garantî kirine.

Berdevika Wezareta Derve ya Amerîka Morgan Ortagus got ku Wezîrê Derve Mike Pompeo îro ji ofîsa xwe ya li Washingtonê, bi telefonê ligel Serokomarê Îraqê Berhem Salih û Serokwezîrê Adil Abdul Mehdî peyîvî.

“Wezîr Pompeo bi zelalî dîyar kir ku Welatên Yekbûyî wê hemwelatîyên xwe û kesên ku berevanî wan dikin biparêze, ku jibo Îraqeke serwer û serbixwe li wî welatî ne."

Ortagus herwiha ragihand ku hem Abdul Mehdî hem jî Salih Pompei ji Pompeo re misoger kir ku ew erka xwe pir bi cidî werdigirin.

"Mehdî û Salih ji Wezîr Pompoe re misoger kir ku ewê ewlehîya karmend û mal û milkên Amerîkî biprêzin,” daxuyanîya nivîskî got.

XS
SM
MD
LG