Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mike Pompeo: Piştgirîya bo HSD û Kurdan Dê Bidome


Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo di serdana Almanya de li weqfekê ser Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) û Kurdan axifî.

Pompeo dîyar kir ku Amerîka piştgirîyeke jêderan ya mezin daye HSD'ê û Kurdan.

Wî da zanîn ku wan tiştên pêwîst dane Kurdan û xîlafeta DAIŞ’ê hilweşandine û ameje kir ku ew bi vê yekê serbilind in û ewê piştgirîya bo Kurdan bidomînin.

Wezîrê Amerîkî dîyar kir ku piştgirîya bo Kurdan ji berjewendîya Amerîka û Ewrupa re baş e.

Li ser pirsan, Pompeo got ku ew ji Sûrîyê venekişiyane û gava Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan biryar daye ku êrîşî bakurê Sûrîyê bike ew dijî wî derketine.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG