Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezareta Derve ya Amerîka Bersiva Kongrêsê Dide


Mike Pompeo

Wezîrê derve yê Amerîka Mike Pompeo îro Şemiyê got wezareta derve besiveke seretayî ta Kongrêsê li dor daxwaza eva dawî ya hin belge wek beşek ji vekolînên dûrxistina Trump ji desthilatê.

Pompeo di konferanseka rojnamevanî de li Yûnanistanê got:

“Wezaretê şeva borî nameyek ji Kongrêsê re şand ku ew bersiva me ya seretayî ye bo daxwaza dekomentan. Em ê li gor yaseyê hetiştê ji me tê xwestin bikin.”

Demokrat di encûmena niwêneran de vekolînan dikine ka bingeh heye ji bo dûrxistina serok Donald Trump ji desthilatê an na.

Ev vekolîn dibine di encama telefoneke Trump de ku tê de ji serokê Okraniya daxwaza vekolînan kiriye li dor rikberê wî yê siyasî Joe Biden.

Demokratên encûmena niwêneran roja Înê ji Koşka Spî jî daxwaza hin dekomentan kir.

XS
SM
MD
LG