Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pompeo: Korya Bakur Dikare Wek Vêtnamê Pêwendiyan li Gel Amerîka Bike


Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo
Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo

Wezîrê derve yê Amerîka Mike Pompeo îro Yekşemê handeriya Korya Bakur kir ku wek welatê Vêtnamê pêwendiyên nû li gel Amerîka ava bike, herwekî Hanoyî piştî 50 salî ji şerê Vêtnamê dijî Amerîka.

Mezinê dîplomatên Amerîka, di çarçoweya serdana xwe de bo Vêtnamê piştî axaftinên du rojan li Pyongyangê bi armanca jinavbirina programan navokî ya Korya Bakur, got 23 sal pêwendiyên normal di navbera Vêtnamê û Amerîka de divê belge bin ji bo Korya Bakur ku Amerîka dikare pêwendiyên nû li gel dijminên xwe yên berê ava bike.

Pompeo got rastiya ku Amerîka “hevrêziyê li gel Vêtnamê dike ne şer, ew belgeyeke ku dema welatek biryarê bide siberojeke ronak ji bo xwe li gel Amerîka ava bike, wê demê em li ser sozên xwe dimînin.”

Pompeo sozên serok Donald Trump dupat kir li dor bihêzkirina abûriya Korya Bakur û dabînkirina ewlekariyê bo wê li beramber jinavbirina çekên wê yên navokî.

XS
SM
MD
LG