Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pompeo Bersiva Alî Xameneyî Dide "Hilbijartinên Îranê Henek in"


Mike Pompeo wezîrê derve yê Amerîka

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo bi rêya twîtekê bersiva gotinên Alî Xameneyî rêberê Komara Îslamî ya Îranê yên li ser hilbijartinan da, Pompeo got "Hilbijartinên we henek in".

Alî Xameneyî li ser twîtera xwe bi zimanê Inglizî nivîsand"Rewşa welatên Yekbûyî yên Amerîka û tiştê ew bixwe li ser hilbijartinan dibêjin dîmeneke! Ev jî mînakeke rûyê kirêt yê Demokratîya Lîberal ya Amerîka nîşan dide. Dûr ji encaman, tiştekî tam zelal heye, ew jî daketina siyasî, medenî û exlaqî ya zelal ya desthilata Amerîka ye."

Pompeo di bersvidana xwe ya li hember Alî Xameneyî da di twîtekê da weha nivîsand "Te bixwe sed mîlyonan pere ji gelê xwe dizîne, hilbijartinên te jî henek û pêkenok in, hûn rê liber sedan berbijêran digirin nahêlin heta xwe kandîd bikin. Îro gelê te ji birsîbûnê dinal e, jiber ku tu milyaran li cengên bi wekalet dimezêxî da ku desthilata we ya Kleptokrasî biparêz in."

Malpera radioya Ferda ya Amerîkî ku weşana xwe ji bajarê Prag bi zimanê farisî dike û beşeke ji Radioyay Ewrûpa Azad, dide zanîn ku Alî Xameneyî di twîta xwe da encamên hilbijartinên Amerîka yên 2020ê weke têkçûna siyas, medenî û exlaqî dibîne.

XS
SM
MD
LG