Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pompeo Dibêje Amerîka Dikare Nift û Gaza Belarûsya Hemî Dabîn Bike


serokê Belarûsya Alexander Lukashenko û wezîrê derve yê Amerîka Mike Pompeo
serokê Belarûsya Alexander Lukashenko û wezîrê derve yê Amerîka Mike Pompeo

Wezîrê derve yê Amerîka Mike Pompeo îro Şemiyê got Amerîka amadeye û dikare ji sedî sed nift û gaza welatê Belarûrya dabîn bike.

Pompeo bersiva Rûsya da ku di van demê dawî de wize ji ser Belarûsya birrî.

Pompe yekem wezîrê derve yê Amerîka ku di 26 salan de serdana Belarûsya dike. Ew gihîşte Minsk a paytext, di demekê de ku girjiyên nû di navbera Minsk û Moskoyê de bilind bûne li dor wizeyê.

Di kombûnekê de li gel serokê Belarûsya Alexander Lukashenko, Pompeo got ew hêvî dike derfetekê bide Belarûsya da ku “serwerî” û “ serxwebûna” xwe pêk bîne.

Pompeo di konferanseka rojnamevanî de li gel hevtayê xwe yê Belarûsî Vladimir Makei got:

“Amerîka dixwaze alîkariya Belarûsya bike di avakirina serweriya welêt de. Berhemhênerên me yên wizeyê amade ne pêwîstiyên we yên niftê 100% dabîn bikin û bi nirxên erzan. Em mezintirîn berhemhênerên wize yê ne li cîhanê û dema hun bixwazin tenê telefona me bikin.”

Belarûsya kandîd bû di nava welatên ku rêveberiya Trump qedexeya dayî ser wan be ji aliyê nehîştina welatiyên wan ku derbasî Amerîka bin, lê wî welatî hin pîvanên ewlekariyê û agahdariyên rêwîtiyê pêş xistin û Amerîka ew ji nava wê lîstê der xist.

XS
SM
MD
LG