Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pompeo: Stratejiya Trump a Îranê Kar Dike


Mi9ke Pompeo

Wezîrê derve yê Amerîka Mike Pompeo dibêje Amerîka kar dike ji bo gihîştina encameke dîplomatîk li dor girjiyên bi Îranê re.

Êrîşa dijî zeviyên nifta Erebistana Saudî girjiyên Amerîka û Îranê gurtir kirin.

Lê Pompeo huşdarî da û got eger dîplomasî têk biçe wê serok Donald Trump “gavên pêwîst bavêje ji bo gihîştina armancên Amerîka.”

Pompeo ji kenala ABC re got biryara Trump a şandina hêzan bo Erebistana Saudî û Mîrgehên Ereb ên Yekgirtî ew dê şiyanan pêş bixin û wê rewşê ji bo Îranê zehmet bike.

Serokê Îranê Hesen Rûhanî demekê berê îro Yekşemê gotibû ku ew dê pilaneke hevrêziya herîmî ji Neteweyên Yekgirtî re pêşkêş bike.

Pompeo got ew bawer dike ku Stratejiya Trump a li dor Îranê kar dike.

XS
SM
MD
LG