Wek bersivdan li êrîşa berguman a dijî du gemiyên niftê li Rojhilata Navîn, wezîrê derve yê Amerîka Mike Pompeo fişara dîplomatîk bikar tîne û dibêje berpirsên Amerîkî pêwendiyan bi hevtayên xwe re dikine.
Pompeo îro Yekşemê ji kenala Fox News re got berpirsên agahdariyê "gelek agahî û gelek belge hene" ku pêwendiya Îranê bi êrîşên dijî du gemiyên niftê heye li tengava Hormuz a ku riya hinartina nefta Ereban e bo Asya.
Pompeo tu agahiyên berferhtir nedan.
Di derbarê pirsekê de gelo dê Amerîka hêzan bişîne wek bersivdan, Pompeo nîşan bi wê yekê da ku metirsiya êrîşên wiha li ser Çînê û cîranên Çînê ye, ne li ser Amerîka ye.
Pompeo dibêje dê Amerîka alavên “dîplomatîk û yên din” bikar bîne ji bo gerantîkirina ku hinartina niftê di tengava Hormuz re bê metirsî be.