Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pompeo li Kazaxistanê Huşdariyê li dor Geşbîna Zêde ya Çînê Dide


Wezîrê derve yê Amerîka Mike Pompeo îro Yekşemê ji Kazaxistanê xwest ku agahdar be li dor weberhênan û hejmûniya Çînê û hunderiya wî welatî û welatên din ên Asya Navendî kir ku tevlî bangên bidawîanîna zordariya Çînê ya li ser kemîneyan bibin.

Pompeo ji berpirsên radebilind ên Kazaxistanê re got weberhênana Çînê li ser hesabê serweriya welatê wan dibe û renge ew ziyanê bigihîênin wan, ji dêvla alîkariya vewejandina demdirêj.

Wî got:

“Em bi temamî piştgiriya azadiya Kazaxistanê dikin ku bixaze bi kê re kar bike, lê ez bawerim welatên ku hevkariyê bi kompaniyê Amerîkî re dikin, ew encamên herî baş werdigrin.”

Pompeo serdana xwe ya kurt bo Kazaxistanê bi kombûnekê dest pê kir li gel Kazaxistaniyên ku mabatên wan windabûne yan hatine girtin di helmeta berferh a Çînê de li dijî Misilmanan û kemîneyên ayînê û netewî yên din li herêma Şîngjang.

Pompeo her wiha Kazaxistan pîroz kir li ser vegerandina welatiyên xwe yên çekdarên Daişê ji Îraq û Sûriyê.

Tê zanîn ku Kazaxistanê nêzîkî 600 çekdar û endamên malbatên Daişê wergirtin.

XS
SM
MD
LG