Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pompeo ji bo Gotûbêjkirina “Pêwendiyên Taybet” li Londonê ye


Wezîrê derve yê Amerîka Mike Pompeo li Londonê ye ji bo axaftinên li gel berpirsên Brîtanî li dor rewşa pêwendiyên taybet ên di navbera herdû welatan de.

Ev serdan tê di demekê de ku pêwendiyên herdû welatan li gel Îranê di qonaxene hestdar de ne, û Brîtanya jî hin pirsgirêkên girêdayî derketina ji Yekîtiya Ewrupî hene.

Pompeo îro Çarşemê li gel serokwezîra Brîtanya Theresa May û wezîrê derve Jeremy Hunt kom dibe û dê piştre axaftineke li dor pêwendiyê Amerîka û Brîtanya piştî Brexitê pêşkêş bike.

Ew gihîşte Londonê piştî jinavbirina geşteke Almanya ji bo pêkanîna serdaneke ne ragihandî ji Bexdayê re, cihê ku wî huşadarî da berpirsên Îraqê li dor gefên rasterast ên dijî berjewendiyên Amerîka li Rojhilata Navîn.

Tê zanîn Îranê demekê berê Çarşemê gotibû ku ewê pêgiriyên xwe yên bi rêkeftina navokî ya sala 2015an daliqîne.

XS
SM
MD
LG