Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pompeo li dor Mirina Girtiyekî Amerîkî li Misrê Dilgiran e


Wezîrê derve yê Amerîka Mike Pompeo ji serokê Misrê re îro Yekşemê dilgiraniya xwe derbirî, li dor mirina welatiyekî Amerîkî ku li Misrê hatibû girtin, li gor peyvdara wezareta derve ya Amerîka.

Axaftinên tund ên Pompeo nîşan bi yekê didin ku hikûmeta Amerîka dixwaze mirina Mistefa Qasim ê 54 salî, piştî gireva wî ya birçîbûnê, bixe serê ecindeya xwe ya dîplomatîk.

Pompeo li aliyekî kombûna Berlînê ya li ser aştiya Lîbya, xemên xwe ji serokê Misrê Ebdulfettah Sîsî re derbirîn li dor “mirina bê wate û tracîdî ya Qasim”.

Mirina bazirganê parçeyên otombîlan, pêleka nerazîbûnê ji aliyê gurûpên mafê mirov ve bilind kir li dijî Misrê û xemsariya tenduristî di zîndanên wê de.

Çalakvan û şarezayên karûbarên derve bang li rêveberiya Trump dikine ku hevalbenda xwe ya li Rojhilata Navîn ceza bike, bi riya kêmkirina bi milyonan dolar ên alîkariya ewlekariyê. Amerîka bi awakî salane 1.2 milyar dolar wek alîkariyên leşkerî dide Misrê.

XS
SM
MD
LG