Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka li dor Cezayên Dijî Korya Bakur Huşdariyê Dide Rûsya û Welatên Din


Mike Pompeo û Hevtayê wî Ri Yong Ho
Mike Pompeo û Hevtayê wî Ri Yong Ho

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo îro Şemiyê huşdarî da Rûsya, Çînê û welatên din li dijî binpêkirina cezayên navnetewî yên li ser Korya Bakur ku dê fişarê ji ser wê kêm bikin.

Axaftinên Pompeo hatin di demekê de ku raporteka nû ya Neteweyên Yekgirtî diyar dike ku Korya Bakur hîn programên xwe yên navokî ranewestandine û ew cezayên Neteweyên Yekgirtî dişkîne.

Korya Bakur di cih de li ser zimanê wezîrê xwe yê derve Ri Yong Ho li Waşintonê vegerand. Wî got ev bizavên dawî yên Waşintonê cihê “huşdariyê” ne.

Axaftinên herdû wezîran jî di kombûna ewlekariya Asya de li Singaforê bûn.

Pompeo li derveyî kombûnan, ji peyamnêran re got Amerîka hin raportên cihê baweriyê hene ku Rûsya cezayên navnetewî yên dijî Korya Bakur binpê dike, bi riya projeyên hevbeş li gel kompaniyên Korya Bakur.

Pompeo got:

“Em pêşbîniya wê yekê dikin ku Rûsya û hemî welat bêgirbin bi biryarên encûmena ewlekarî ya Neteweyên Yekgirtî ku cizayan dide ser Korya Bakur.”

XS
SM
MD
LG