Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pompeo: Toleyên Dijî Îranê Bandoreke Neyênî Ser Danûstandinên ligel Çînê Nakin


Wezîrê Derve Amerîka Mike Pompeo îro Duşemê geşbînîya xwe dîyar kir ku biryara Washingtonê ya derbarê kirîna neftê ji Îranê, dê bandoreke neyênî li ser axaftinên navbera Amerîka û Çînê neke.

“Em bi Çînê re, ser wê mijarê gelek caran dabûstandinan pêk tînin. Ez pêbawer im ku danûstandinên, di bazirganî wê bi erênî bidomin,” Pompeo li Washingtonê got.

Wî soz da ku Washington wê misoger bike ku jiber toleyên hember Îranê, di bazara neftê ya cîhanî de ti kêmahî çênebin.

Rêvebirîya Amerîka ji 8 dewletên ku ji Îranê petrolê dikirin xwestibû ku heta 2’ê Gulanê dawî li bazirganîya bi Îranê re bînin.

Washingtonê, ji Mijdara 2018’an vir ve bi destûreke taybet rê dabû Çînê, Hîndistanê, Tirkîyê, Japonya, Koreya Başûr, Tayvanî û Îtalya ku bikaribin ji Îranê petrolê bikirin, tevî ku wê bazirganîya bi Tehranê qedexe kiribû.

XS
SM
MD
LG