Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrên Derve yên Amerîka û Tirkîyê Ser Hevkarîya Dijî Korona Axifîn


Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo û hevtayê wî yê Tirk Mevlut Çavuşoglu bi rêka telefonê axifîn.

Wezareta Derve ya Amerîka ragihand ku her du wezîr derbarê hevkarîya dijî vîrusa korona axifîne.

Berdevika Wezareta Derve ya Amerîka Morgan Ortagus da zanîn ku Pompeo û Çavuşoglu ser vegerandina hemwelatîyên Amerîkî û Tirk peyivîne û bo peywendîyên dualî yên aborî û ewlekarîyê jî danûstandin kirine.

Orgaus dîyar kir ku Pompeo jiber alîkarîya kelûpelên tibî yên Tirkîyê spas kiriye.

Firokên alîkarîyê yên Tirkîyê di 28’ê Nîsanê de û di 1’ê Gulanê de ber bi Amerîka ve bi rê ketibûn.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê Amerîka pirtir ji 1,500,000 kes bi vîrusa korona ketine û 90,000 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG