Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pompeo: Bawerîya Me bi HSD'ê Tam E


Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo ser operasyona nû ya Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ya dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ), ku roja Yekşemê li Daşîşa ya bakurê rojhilata Sûrîyê ye destpê kir, razîbûna xwe got.

Pompeo bi daxuyanîyeke nivîskî da zanîn ku ew bi mehan e amadekarîyên van operasyonan dikin, û bo çekdarên DAIŞ'ê nerevin, ewê li alîyê sînor bi hêzên Îraqê re jî hevkarîyê bikin.

Pompeo dîyar kir ku ew li ser peyvajoya piştî DAIŞ'ê jî xebatan dimeşînin û got ku ew dixwazin hemî gelên Sûrîyê di qonaxa avakirina siberoja wî welatî de hebin.

"Di rojên pêş me de dê cengên pir giran çêbin. Bawerîya me bi HSD'ê tam e û jiber ku em bi wan re bo paqijkirina DAIŞ’ê dixebitin, û bo gelên Sûrîyê siberojeke çêtir çêdikin, em bi wan serbilind in" Pompeo got.

Pompeo dîyar kir ku ewê destkeftîyên xwe yên leşkerî biparêzin û bang li hevkarên xwe yên din yên li herêmê kir ku bo îstiqrarê hin parên berpirsîyê bigirin ser xwe

XS
SM
MD
LG