Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pompeo Hişyarî Dide Hevalbendan ku Berhemên Huawei Nexebitînin


Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo îro hişyarî da hevalbendên Amerîka ku berhemên kompanîya Huawei ya Çînî bi kar neyînin da ku peywendîya wan bi Washingtonê re xirab nebin.

“Em dixwazin misoger bikin ku hevalbendên me ser xeterîyên xebitandina perçe û alavên kompanîya Huawei agahdar bin,” Pompeo li Budapeşta paytexta Hungarya (Macaristan) ji nûçegîhanan re got.

Wî bi berdewamî got ku xebitandina berhem û alavên Huawei ligel sîstemên Amerîkî ne rast e ku helwesteke wiha rê nade ku ew bi wan dewletan re hevkarî bikin.

Amerîka û hevalbendên wê yên Rojavayî bawer dikin ku berhemên kompanîya Huawei Technologies bo sîxûrî dikarin werin xebitandin.

Ew herwiha bawer dikin ku berfirehbûna wê şîrketê li Ewrupaya navîn wek giheştina bazara Yekîtîya Ewrupa ye ku ew jî cîhê xemê ye.

Macaristan welatê yekê ya seredana Pompeo ya Ewrupaya navîn e û ewê dû re here Slovakya û Polonya da ku peywendîya Amerîka bi wê herêmê xurt bike û bandora Rûsya û Çînê kêmtir bike.

Tevî daxuyanîyên Amerîka, Huawei red dike ku ew jibo îstixbarata ti welatan kar dike û dibêje ku ew pirtir ji 70 ji sedê Hangarîyan re xizmetê dide û bi hemî şîrketên telekomînîkasyonê yên Macarî hevkarî dike.

XS
SM
MD
LG