Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Derve yê Amerîka Pompeo Serdana Îsraîlê Dike


Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo îro Çarşemê dê serdana Îsraîlê bike.

Pompeo dê bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û şîrikê koalîsyonê Benny Gantz re bicive û li ber e ku rojeva sereke serwerîya Îsraîlê ya li ser Kenara Rojava be.

Çaverê ye ku karbidestên Amerîkî û Îsraîlî derbarê têkoşîna dijî vîrusa korona, kêşeyên ewlekarîya herêmî û Îranê jî biaxifin.

Pompeo berî serdana xwe ji rojnameya Israle Hayom re dîyar kir ku kontrolkirina Kenara Rojava ‘’dawîya dawî’’ biryara Îsraîlê ye ku jiber gotinên wî yên bi vî rengî yên di demên borî de karbidestên Filîstinê bertek nîşan dabûn.

Mike Pompeo ji meha Adarê vir ve cara pêşî serdana derveyî welêt dike.

XS
SM
MD
LG