Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump Hevdîtina Pompeo û Kim Jong Un Piştrast Kir


Serokê Amerîka Donald Trump ji Twitterê piştrast kir ku Serokê CIA Mike Pompeo bi awayekî veşartî bi Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un re li Pyongyangê kom bûye.

Trump dîyar kir ku civîn ‘’pir rind’’ derbaz bûye û ‘’peywendîyeke rind’’ hatiye çêkirin.

‘’Qedandina çekên navokî dê him jibo Koreya Bakur him jî jibo cîhanê dê tiştekî pir xweş be’’ Trump got.

Serok Trump roja Sêşemê dabû zanîn ku wan bi Koreya Bakur re peywendîyên di asta bilind de çêkirine, lê ti hûrgilî nedabû.

Serokwezîrê Japonya Shinzo Abe, ku li Florîda bi Serok Trump re kom bûbû, Trump jiber ‘’wêrekî’’ ya bo hevdîtina bi Kim Jong Un re pîroz kir.

Trump da zanîn ku ewê di Hezîranê de yan jî hîn zûtir bi Kim Jong Un re bicive.

XS
SM
MD
LG