Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pompeo Bang li Endamên Koalîsyona Dijî DAIŞ'ê Dike ku Hemwelatîyên Xwe bi Şûnde Bistînin


Civîna wezîrên derve yên Koalîsyona Cîhanî ya Têkoşîna Dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) li Washingtonê li dar ket.

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo di axaftina pêşî de bang li endamên koalîsyonê kir ku çekdarên DAIŞ’ê yên hemwelatîyên wan in bi şûnde bistînin.

‘’Endamên koalîsyonê divê bi hezaran girtîyên DAIŞî bi şûnde bistînin’’ Pompeo got û dîyar kir ku divê ew jiber tawanên xwe werin darizandin.

Bi qasî 10,000 çekdarên DAIŞ’ê û bi deh hezaran zarok û jinên wan li kampên di bi kontrola hêzên Kurdan de hatine girtin.

Washington dixwaze ku hevalbendên wê yên Ewrupî çekdarên DAIŞ’ê yên hemwelatîyên wan in bi şûnde bistîne lê Ewrupa bi awayekî erênî li vê fikrê nanêre.

Pompeo di axaftina xwe de bi berdewamî da zanîn ku bo DAIŞ jinûve mezin nebe û bo berevanîya qadên petrolê ewê li herêma Sûrîyê bimînin.

Wî bang li endamên koalîsyonê kir ku ji berê pirtir îstixbaratê bi hev din û hevkarîyê bikin.

XS
SM
MD
LG