Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pompeo: Heta Koreya Bakur Çekên Navokî Pûç Neke Em Toleyan Sist Nakin


Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo danûstandinên li Koreya Başûr didomîne.

Serokê Koreya Başûr Moon Jae-in û Pompeo dîyar kir ku dê Washington, Seul, Pyongyang bo dîtina leşkerên kuştî û wendya yên Cenga Kore, ku di navbera 1950 û 1953’yan de bûbû, tev bixebitin.

Pompoe da zanîn ku heta ku Koreya Bakur kapasîteya xwe ya navokî pûç neke ewê toleyan sist nekin.

Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kiribû ku ewê pûçkirina çekên navokî gav bi gav be û ewê li gor gavên Koreya Bakur toleyan sivik bikin.

Pompeo da zanîn ku Trump ser pûçkirina çekên navokî bi awayekî cidî difikire û got eger çekên navokî werin pûç kirin ewê toleyan sist bikin.

XS
SM
MD
LG