Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pompeo û Karbidestê Payabilind yê Koreya Bakur li New Yorkê Civîyan


Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo û karbidestê payabilind yê Koreya Bakur General Kim Yong Chol li New Yorkê civîyan.

Hevdîtina Pompoeo û General Kim Yong Chol di xwarina şîvê de pêk hat.

Ji 20 sal vir ve ye cara pêşî karbidestekî payabilind yê Koreya Bakur derbazî Amerîka dibe. Kim Yong Chol bi firokeke Çînê giheşt New Yorkê.

Karbidestên Amerîka û Koreya Bakur, hewil didin ku girjîya di navbera her du dewletan da daxînin û di 12’ê Hezîranê de li Sîngaporê hilcivîna Trump û Kim Jong Un çêkin.

Berî hevdîtina Pompeo û Kim Yong Chol, şandeyên Amerîka û Koreya Bakur, li Panmunjom ya di navbera her du Koreyan de kom bûbûn.

XS
SM
MD
LG