Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pompeo Dibêje Ewê li New Yorkê bi Lavrov re Bicive


Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo îro Duşemê got ku ewê di civîna Neteweyên Yekbûyî de ligel hevtayê xwe yê Rûsî Sergei Lavrov hevdîtinekê pêk bîne.

“Ez piştrast im ku ez û Sergei derfetê çêkin ku bicivin. Em li hemî cîhên ku bingehên hevbeş hene digerin ku bi Rûsan re bixebitin û wan ji hin kiryarên dijî Welatên Yekbûyî berpirs bigirin,” Pompeo got.

Washington di xemê de ye ku Rûsya ragihand ku ewê sîstema S-300 ya muşekan bide Sûrîyê, bi sedema ku ew yek dê rewşa Sûrîyê hîn aloztir bike.

XS
SM
MD
LG