Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mike Pompeo: Bo Agirbesta Lîbya Pêşketin Çêbû


Pompeo û Putin li Konferansa Lîbya
Pompeo û Putin li Konferansa Lîbya

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo ser Konferansa Lîbya ya li Berlîn ya paytexta Almanya axifî.

Pompeo, ku yek ji beşdarên konferansê bû, dîyar kir ku ‘’bo çêkirina agirbesta Lîbya pêşketin çêbûye, lê çavdêrîya rewşa wî welatî jî di nav de hîn gelek kêşeyên li benda çareserîyê hene.’’

‘’Karê divê were kirin hîn pir e. Lîbya cîhê pevçûnan e û lihevketî ye’’ Pompeo got.

Wî da zanîn ku bi saya Konferansa Lîbya dê di siberojê de kêmtir çek û yekîneyên çekdar herin wî welatî.

Serokên 12 dewletan û rêberên 5 sazîyên navneteweyî beşdarî konferansa li Berlînê bûbûn.

Serokwezîra Almanya Angela Merkel piştî konferansê gotibû ku beşdarên konferansê ser nexşerêya Lîbya li hev kirine.

XS
SM
MD
LG