Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mike Pompeo û Heiko Maas Ser Hevalbendîyê Axifîn


Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo di salvegera 30’î ya hilweşîna Dîwarê Berlînê de serdana Almanya kir.

Wezîrê Derve yê Almanya Heiko Maas bi Pompeo re li Leipzigê preskonferanseke hevbeş li dar xist.

Maas dîyar kir ku jiber hêza Amerîka ya bo rêberîyê her du Almanya bûne yek û spasîya Amerîka kir.

‘’Amerîka hevalbenda herî girîng ya Ewrupa ye û bo Almanya jî hevalbenda herî girîng ya li derveyî Ewrupa ye’’ Maas got.

Pompeo jî jiber hevkarîya Almanya ya di qada navneteweyî de spasîya wî welatî kir û da zanîn ku Alman ‘’şîrikên pir baş in’’

Wî da zanîn ku medya dibêje ku Amerîka û Almanya ji hev pir cuda difikirin, lê amaje kir ku Washington û Berlîn ser heman nirxan dixebitin.

XS
SM
MD
LG