Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pompeo, Rûsya û Çînê Ser Piştgirîya bo Nicolas Maduro Rexne Dike


Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo Çîn û Rûsya ser alîkarîya bo Venezuela rexne kir.

Pompeo da zanîn ku Çînê bi piştgirîya aborî ya bo hikûmeta Nicolas Maduro aborîya wî welatî xirab kiriye û dîyar kir ku leşkerên Rûsya yên li Venezuela jî ‘’provokasyoneke eşkere ye’’

‘’Çîn û ewên din gava dibêjin mudaxaleyî karên navxeyî yên Venezuela nekin, bi awayekî durû tevdigerin. Jiber maytekirinên wan yên aborî pergala wî welatî belav bû’’ Pompeo got.

Pompeo da zanîn ku Moskow polîsên Venezuela perwerde dike û got ku ‘’ew bi gotineke sivik ‘ne tiştekî baş e’’

Wî dîyar kir ku ewê nehêlin ku Rûsya bi vî awayî ‘’girjîyê gurtir bike.’’

XS
SM
MD
LG