Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pompeo bi Telefonê Nêçîrvan Barzanî Pîroz Kir


Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo telefona Nêçîrvan Barzanî kir û jibo hilbijartîna wî ya wek Serokê Herêma Kurdistana Îraqê ew pîroz kir.

Pompeo hilbijartina serokê nû yê Herêma Kurdistanê wek pêngaveke erênî ya di çareserkirina kêşeyên navbera Bexda û Hewlêrê yên li ser dîyalog û di çarçoveya qanûna bingehîn û ya Îraqê de nirxand.

Pompeo, ji Barzanî daxwaza berdewamkirina operasyonên hevbeş yên hêzên hikûmeta Îraqî û pêşmergeyên Herêma Kurdistanê yên dijî DAIŞ’ê kir.

Di dawîya axaftinê de Pompeo pêgirîya berdewam ya Amerîka ya hember hevkarên Îraqî, ku tê de Herêma Kurdistana Îraqê jî heye, ji Barzanî re dubare kir.

XS
SM
MD
LG