Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pompeo: Divê NATO Xwe Biguherîne ku Bêbandor Nebe


Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo îro Înê got ku divê NATO mezin be û xwe biguherîne yan jî xeterî heye ku ew bê wate bimîne.

Pompeo got ku NATO yek ji hevalbendên herî girîng ya dîrokê ye, lê divê ew hîn guherinên pêdivî pêk bîne.

“Niha bûye 70 sal ku NATO hatiye damêzrandin ... divê ew mezin be û xwe biguherîne û rûbirûyê rastî û dijwarîyên serdema me be,” Pompeo got.

Wî bal kişand ku hîn dengên girîng yên vê dawîyê rexneyên girîng li NATO’yê dikin.

“Hin endam bawer dikin ku ew dikarin feyde ji hebûna NATO’yê bikin, bê ku barê wê ya diravî hilgirin. Ew yek metirsîyekê derdixe ku NATO dikare bêbandor yan bêwate be.”

Hêjayî bîrxistinê ye ku NATO di sala 1949’an de, bi armanca parastina ewlekarîya hevbeş ya dijî Yekîtîya Sovyetê hatibû damêzrandin.

NATO, li ber e di 4’ê meha Berfanbaerê de li Londonê hilcîvînekê li dar bixe û siberoja xwe gotûbêj bike.

XS
SM
MD
LG