Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mike Pompeo û Mike Pence Dê Serdana Tirkîyê Bikin


Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kir ku cîgirê wî Mike Pence û Wezîrê Derve Mike Pompo dê roja Çarşemê serdana Tirkîyê bikin.

Trump li Qesira Sipî da zanîn ku dijî Tirkîyê toleyên tund hatine ragihand û amaje kir ku serdana Pence û Pompeo bo agirbestê ye.

Qesira Sipî jî bi daxuyanîyekê ragihand ku Pence dê roja Çarşemê li Enqerê bi Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan re bicive.

Di daxuyanîyê de hat gotin ku Pence dê di serdana xwe de dîyar bike ku heta agirbest tê ragihandin dê toleyan bidomîne.

Pence dê wek Cîgirê Serokê Amerîka cara pêşî serdana Tirkîyê bike.

XS
SM
MD
LG