Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pompeo bi Serokên Ermenistan û Azerbaycanê re Axifî


Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo, bi Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Pashinyan û Serokomarê Azerbaycanê Îlham Alîyev re axifî.

Berdevika Wezareta Derve ya Amerîka Morgan Ortagus bi daxuyanîyekê dîyar kir ku Pompeo bi rêka telefonê bi rêberên Ermenistan û Azerbaycanê re peyivîye.

Daxuyanî dîyar dike ku Pompeo ji rêberan xwestiye ku li gor lihevkirina ser bidawîkirina pevçûnan tevbigerin û wî herwiha li her du alîyan zext kirine ku ew bo kêşeya Nagorno – Qarabaxê çareserîyeke dîplomatîk bibînin.

Pompeo daye zanîn ku ew kêşe bi rêkên leşkerî çareser nabe û bala rêberên Ermensitan û Azerbaycanê daye ser girîngîya agirbestê.

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo, hefteya borî li Washingtonê bi hevtayên xwe yên Ermenî û Azerî re kom bûbû û piştre Wezareta Derve dîyar kiribû ku her du alîyan bo agirbesteke însanî li hev kirine.

XS
SM
MD
LG